VAN
Li gorî agahiya Estîtuya Lêgerîna Erdhej û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê, di saet 22.29an de erdhej qewimî.
Li gorî agahiyan rasatxaneyê erdhejeke ku mezinahiya wê 3.8 e li navenda gundê Degîrmenoza Wanê qewimî, kifş kir.
Erdheja ku 5 kilometre di binê erdê de qewimî, li Ercîş û li gundên dora wê hat hîskirin. Ji ber erdhejê tu ziyan çênebû.