Hat ragihandin ku 2 berbaz û 2 çavuşên pispor ên li nêzî gundê Fîsa Liceyê ya navçeya Diyarbekirê, ji aliyê komekê ve hatibûn revandin, serbest hatin berdan.
Li gor agahiyan 4 leşker li nêzî gundê Fîsê ji aliyê komeke nasnameyên wan nediyar ve hatin revandin. Leşker bi alîkariya rêvebirên rêxistina bajêr û bajarokan yên BDPê hatin dîtin û li Qereqola Cendermeyan a Dûrûyê radestî Qeymeqam Tûnahan Efendîoglûyê kirin.
Li gor agahiyan, 2 berbaz û 2 çavuşên pispor ji bo ezmûna ehliyetê ji Bîngolê hatibûn Diyarbekirê. Leşker dema ku bi du wesaîtên taybet vedigeriyan, li nêzî gundê Fîsa Licê hin kesên ku nasnameya wan ne diyar pêşiya wan birîn û nasnameya wan qontrol dikin. Rêbiran piştre her du wesaît dişewitandin û leşker bi xwe re birin.