Li eyaletên cuda cuda yên Îranê ji bo 80 leşkerên ku di şerê Îran û Iraqê yê di navbera salên 1980-1988an de mirin merasim hat lidarxistin.
80 leşkerên Îranî yên ku di şerê Îran-Iraqê de canê xwe dan û nasnameya wan nehat tesbîtkirin belayî eyaletên cuda yên Îranê kirin û termê wan bi merasimê definkirin.
Li Tehrana paytexta Îranê beriya veşartina termê 3 leşkeran li ser Kolana Fatemiyê merasim hat lidarxistin û pir kes beşdar bû.
Hat destnîşankirin ku leşkerên ku mirin jê yek 17 salî ye û cesedê wî li girava Mecnûn ya li başûrê Îranê hat dîtin û herduyên mayîn jî yek jê 20 û yê din jî 33 salî ne û cesedê wan jî li herêma Zubeydat û Ûm er-Rasasê hatin dîtin.
Di şerê Îran-Iraqê yê ku di sala 1980yan de dest pê kir û di sala 1988an de bi dawî bû de ji herdu aliyan bi qasî milyonek însan miribû.