28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
ANKARA
Anadolu Agencyê (AA) ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 26emîn a ku wê roja yekşemê bê kirin xebatên xwe temam kir.
AAyê daneyên encamên hilbijrtinê çirk bi çirk wê bi "onlîne" ragihîne aboneyên xwe.
- Ji navnîşana "secim.aa.com.tr"yê weşan
AA ji bo ku encamên ji sandoqan wê derbikevin ragihîne raya giştî malpereke taybet a bi navnîşana "secim.aa.com.tr"yê amade kir. Karên teknîkî û bernameyên kompîturê yên projeyê, ji hêla personelên wê ve hatin çêkirin.
Encamên hilbijartinê wê bi awayekî lez, bi grafîk û nexşeyê ve bê weşandin.
Ji bilî rêjeya dengê partiyan, kurtejiyan û wêneyê namzetên ku qezenc kirine jî wê ji aboneyan re bê pêşkêşkirin.
Malperên ku bixwazin "secim.aa.com.tr"yê bi kar bînin wê ji AAyê "koda îframeyê" hildin û bi malpera xwe ve girêbidin. Bi vî awayî hemû êncamên hilbijartinê, nexşe û grafîk wê di malpera wan kesan de jî bê xuyakirin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) çawa ku qedexeyê ji ser weşanê rake, encam û daneyên hilbijartinê jî ji hêla AAyê ve bi weşana taybet a "Hilbijartina Giştî ya 2015an" ve wê bên weşandin.
Malpera "secim.aa.com.tr"ê jî wê bi zimanê tirkî, îngilizî û erebî weşanê bike û daneyan ji abone û muşteriyan re servîs bike.
Ji bilî vê hemû nûçeyên hilbijartinê wê bi 9 zimanên weşanê yên AAyê ve bên weşandin.
- Bankeya daneyên namzedan
Ji bo kurtejiyana namzedan a ku wêneyê namzedan jî pê ve ye, "pergala daneyên namzedan" hat amadekirin. Êvara 1ê mijdarê çawa ku parlementer kifş bibin, navê wan jî wê were weşandin.
Abone wê bi vî awayî bikaribin kurtejiyana biwêne ya parlementeran bibînin.
- Tecrubeya AAyê ya hilbijartinê
AAyê par bi serkeftî hilbijartina herêmî û ya serokomariyê weşandibû. Ji saziyên medyayê ji sedî 85 weşana AAyê ya "Hilbijartina Herêmî ya 2014an" bi kar anîbûn. Partiyên siyasî jî encama hilbijartinê ji ser AAyê şopandibûn.
Medyaya dinyayê jî hilbijartina herêmî ji weşanên AAyê şopandibû. Encamên ku LHBê eşkere kirin, encamên ku AAyê ji raya giştî re ragihand, tescîl kiribû.
- Medyayê hilbijartinê ji AAyê bişopîne
AAyê encamên hilbijartina 7ê hezîranê bi lez û rast weşandibû. Ji sedî 90ê saziyên medyayê bûbûn endamê AAyê ku encamên hilbijartinê hîn bibin.
Hemû encam bi grafîkan ve hatibûn weşandin. Bi 9 zimanan ji navçe, bajar û bajarokan 4 hezar û 500 nûçe hatibûn weşandin.
Di 1ê mijdarê de jî medyaya tirkan Anadolu Agency tercîh kir. Ji saziyên medyayê ji sedî 90 bûn aboneyên AAyê da ku weşana hilbijartinê ya taybet bişopînin.