29 Îlon 2019•Rojanekirin: 30 Îlon 2019
Ahsen Sumbula Diyarbekirî ya 12 salî û mexdûra terorê, di Pêşbaziyên Rojhilatê yên Şampiyonaya Tekvandoyê ya Tirkiyeyê ya Piçûkan da bû duyemîn û di tevandoyê da serkeftî bû.
Ahsen Sumbul li Sûra navçeya Diyarbekirê dijî û 4 sal berê di vedana çalan, danîna barîkatan û teqandina teqemeniyên çalkirî yên terorîstên PKKyî da gelek mexdûr bû û Midûriya Bajêr ya Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî alîkariya madî da Ahsen û malbata wê.
Sumbul di Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Serpelê Şehîd Bahtiyar Er a Diyarbekirê da dixwîne û sazî ji bo ku travmayê jibîr bike, berê wê da qursa tekvandoyê.
Sumbul di nezareta Antrenor Orhan Baytekîn da perwerde dibe. Sumbul di 5-8ê îlonê da li Sîvasê di Pêşbaziyên Rojhilatê yên Şampiyonaya Tekvandoyê ya Tirkiyeyê ya Piçûkan da bû duyemîn û serkeftî bû.
Ahsen Bulbulê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û li ser bûyerên Sûrê sekinî û wiha got: "Demeke dijwar bû. Ji bo hemû zarokan dijwar bû. Di jiyana dibistan û perwerdeyê da ji aliyê madî û menewî va pir diwar bû."
Sumbulê diyar kir, digel tiştên ku hatin serê wan, wê dibistana xwe serkeftî kuta kir, ji bo tengasiyên wan ên madî jî dewletê piştgirî da wan.
Sumbulê got, "Dewlet bi rêk û pêk meaş dide me û em bi vî meaşî debara xwe dikin. Piştî me bihîst ku qursa tekvandoyê heye, pêşiyê birayê min çû qursê. Paşê min mamosteyê xwe nas kir. Mamosteyê min jî got ku fîzîka te ji bo tekvandoyê baş e. Ez jî çûm qursê. Di pêşbaziya mezin a ewil da ez di nav 400 werzîşvanên ku ji 45 bajaran hatin da bûm duyemîna Tirkiyeyê."
Sumbulê got ku wê di heftê da 7 rojan îdman dikir, ew di eydan da jî dixebitî.
Sumbulê got, "Ez dixwazim bibim werzişvana neteweyî, li Ewropayê, li dinyayê alaya welatê xwe bilind bikim."