DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji bo "Alî Gaffar Okkan"ên biçûk û malbatên wan fitar hat dayîn. Waliyê Diyarbakirê Mûstafa Cahît Kiraç di bernameya fitarê de axivî û anî ziman ku ev welat bi hev re ava kirine û tapûya vî welatî jî li Çanakkaleyê ye.
Midûrê Ewlekariya Diyarbakirê Alî Gaffar Okkan di sala 2001an de li bajêr di êrîşa çekdar de hatibû kuştin. Piştî vê bûyerê gelek malbatan navê Okkanê şehît li zarokên xwe danîn. Li Tesîsên Demîrokê ji bo zarokên ku navê wan Alî Gaffar Okkan in û malbatên wan xwarina fitarê hat dayîn. Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbakirê Galîp Ensarîoglû û Oya Eronat, Parlementerê Sakaryayê Şaban Dîşlî, Waliyê Diyarbekirê Mûstafa Cahît Kiraç, Midûrê Ewlekariya Diyarbekirê Recep Guven, Şaredarê Hendekê Alî Încî û gelek hevbajarên Okkan beşdarî vê fitarê bûn.
Walî Kiraç di bernameyê de axivî û li ser pêvajoya çareresiyê sekinî. Kiraç destnîşan kir ku hukûmet bi armanca vê projeyê dixebite û di navbera Diyarbakirê û Sakaryayê de jî pira biratiyê hatiye avakirin.
Kiraç, di erdheja ku sala 1999an de li Sakaryayê pêk hatibû jî bi bîr xist û diyar kir ku piştî vê erdhejê ji Şirnakê alîkarî hat û avahiyên li Sakaryayê jî ji wan alîkariyan hat çêkirin.