14 Sibat 2016•Rojanekirin: 15 Sibat 2016
ŞAM
Hat ragihandin ku ji ber abloqeya rejima Sûriyeyê piştî 7 mehan bi destê Rêxistina Heyva Sor a Sûriyeyê cara ewil alîkariya tibî gihandin Gûtaya Rojhilatê.
Di daxuyaniya rêxistinê ya li ser hesabê wê yê Twitterê da wiha hat gotin, "Ekîba me alavên tibî yên mîna cihazên diyalîzê, aşî, mamayê zarokan û hin alavên din gihandine mirovên ku bi mehan e li herêma Gûtaya Rojhilatê ya Şamê di bin dorpêçê da ne."
Piştî 7 mehan alîkariya pêşîn a tibî
Kordînatorê Çapemeniyê yê Ofîsa Tibî ya li bajarê Dûmayê Hesen Mihemed di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku ji ber abloqeya rejimê, alavên tibî negihan ber destê wan û li herêmê kêşeyên tenduristî roj bi roj zêde dibin û wiha xeberda, "Piştî 7 heft mehan e ku cara ewil alîkariya tibî gihîşt ber destê me."