14 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
SÎÎRT
Li Sêrtê maleke duqatî ya ku tê de 10 kes dijiyan tep bû. Di bûyerê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li gundê Bayraktepeyê ji ber sedemeke nediyar maleke duqatî tep bû.
Welatiyan xeber dan cendirmeyan û tîmên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya bajêr (AFAD). Tîmên AFADê hatin gund û ji bin enkazê cesedê 3 kesan û 2 birîndar derxistin.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Midûrê Şaxa AFAD Cahît Akkoyun ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku xeber li serê sibê gihîştiye wan û li ser vê wan jî ekîbek şandiye gund.
Akkoyun got ku ji binê enkazê 3 cesed û 2 kes birîndar hatine derxistin û 5 kes jî sax xilas bûne.