07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
AGIRÎ
Hat ragihandin ku Alîkarê Serokê Şaredariya Agriyê Omer Polat tevî 5 endamên meclisê ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve Alîkarê Şaredariya Agiriyê yê ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Polat tevî 5 endamên DBPyî yên meclisa şaredariyê ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Serokê Şaredariya Agriyê yê DBPyî Sirri Sakik jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Polat tevî endamên meclisê ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin.