ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnaxê, bi moşekavêj êrîşî wesayita polêsan hat kirin û di êrîşê de polêsek ji lingê xwe birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, endamên rêxistina terorê ya PKKyê bi moşekavêj êrîşî wesayita bizirx a polêsan ya ku 2 polês tê de bûn kir. Êrîş dema ku wesayit di ser Pira Cizîrê re, derbas dibû hat kirin.
Di êrîşê de, polêsek ji lingê xwe birîndar bû. Hat diyarkirin ku her du polêsan şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Ji bo girtina endamê rêxistinê yên ku revîn, lêkolîn dan destpêkirin.