CAKARTA
Şefê Ajansa Xilaskirin û Lêgerîna Neteweyî ya Endonezyayê Sûryadî Bambang Supriyadî daxuyand ku noqavan ji behrê 6 cinazên din jî derxistin.
Supriyadî wiha axivî:
"Noqavan hinek cinazeyên din jî dîtine. Lê cihê cinazeyan ji bo xebatên lêgerînê ne baş e û astengî derdikevin."
Îro bi derxistina van 6 cinazeyan, hejmara cinazeyên ku heta niha hatine derxistin bi tevahî bû 65. Rayedar wisa texmîn dikin ku gelek cinaze di gewdeya balafirê de ne.
Balafira bi tîpa Aîrbus A320an ku ya Rêhewayên AîrAsîayê ye, di 28ê kanûnê da ji Surabaya Endonezyayê diçû Sîngapûrê wenda bûbû. Di lêkolînan da derket holê ku balafir ketiye Behra Javayê. Di balafirê da 162 rêwî hebûn.