26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
AGRI
Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Patnosê qewimî de zarokek mir, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, otomobîla ku plaqeya wê 66 EC 770 ye ya di ajokariya Halîs Gokmen (36) de li tanga gundê Gokoglu ji kontrolê derket, teqle avêt û pê re jî otomobîla ku plaqeya wê 65 EB 650 ye şiqitand şarampolê.
Di qezayê de Hulya Gokmen a 8 salî ji cama pêşiyê firiya û li cihê bûyerê can da.
Ajovanê otomobîlê Gokmen tevî jina xwe Sebîhe (37) û keça xwe Leylayê (2) ve birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê. Leyla Gokmen a 2 salî ya ku birîna wê xedar e piştî midaxaleya ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê kirin.