HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî, Serokê Parlementoyê Yusuf Mihemed Sadiq qebûl kir.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya herêma Kurdistanê de hat weşandin, di hevdîtinê de li ser "Kongreya Navneteweyî ya Kurdan" sekinîn ku ev mijar cardin bê rojevê. Barzanî û Sadiq ji bo ku pêvajoya xebatên ji bo kongreyê bi awayekî serkeftî encamê bide, nêrînên xwe ji hev re parvekirin.
Her wiha li ser êrîşên ku rêxistina terorê ya DÎŞIyê dibe ser êzdiyên Şengalê jî sekinîn ku ev êrîş di civaka navneteweyî de wek "komkujî" bê qebûlkirin û ji bo vê gav bên avêtin.