TBMM
Parlementerê HDPyê yê Diyarbekir Altan Tan: "Heke pêvajoya çareseriyê berdewam bike dê hemû kesên ku aştiyê dixwazin bextewar bibin. Bila tenê durist bin û kes kesî nexapîne."
Tan di civîna çapemeniyê ya li Meclisê de axivî û got ku mirov nikare êrîşên Îsraîlê yên ser Mescida Eqsayê meşrû bibîne û wekî tiştekî rast bipejirîne. Tan got em van êrîşan şermezar dikin.
Tan got ku divê hemû alema Îslamê di vê mijarê de hestewar be û ne tenê bi gotin divê bi tevgerên xwe jî li hemberî van bisekinin û wiha pê de çû: "Birêz Serokomar û Serokwezîr her roj gazincên xwe tînin ziman lê ew meqam ne meqamê gazinca ye, meqamê îcraetê ye. Ez van tiştên ku tên kirin têrêkirî nabînim. Hûn nikarin bi enerjiya 80 milyonî wiha biaxivin û tiştekî nekin. Di hêla siyasî, aborî, çandî, bazirganiyê de çi ji destê we tê bikin."
Tan bang kir ku bila mirov li hemberî kuştin û tehrîqan bê deng nemînin û wiha got: "Divê Îsraîl jî êdî dawî li vê zilm û qetlê bîne. Heta axa filistîniyan neyê valakirin, mafê wan neyê dayîn dê li herêmê aştî pêk neyê."
Tan li ser pirseke der barê pêvajoyê de got: "Heke pêvajoya çareseriyê berdewam bike dê hemû kesên ku aştiyê dixwazin bextewar bibin. Bila tenê kes kesî nexapîne. Divê em bigihêjin hin encamên berbiçav. Heke lihevkirineke wiha hebe em ê pê kêfxweş bibin. Bila tenê xawisandin û xapandin tunebe."