HATAY
Sekreterê Giştî yê Komeleya Tirkên Sûriyeyê Ehmed Wezîr wiha got: "Li Sûriyeyê berjewendiyên rejima Esed, DAEŞ û PYDyê li hev dikin. Ji ber vê jî her sê jî rasterast an jî bi awayekî din di nav têkiliyê da ne."
Wezîr der heqê geşedanên dawîn da daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Wezîr destnîşan kir rejima Esed fehm kir ku ciyê wenda kiriye hilnade û bi PYDyê ra ket nav têkiliyê û alîkarî da wan.
Wezîr diyar kir ku dixwazin li Sûriyeyê sînoran biguherînin û wiha xeberda: "PYD li ciyê ku bi dest dixe ereb û tirkmenan dide koçkirin, heta tedayiyê li kurdên mixalif dike. Piştî Tel Ebyadê dixwaze Efrînê jî hildin û heta Hatayê di sînorê Tirkiyeyê da bi cî bibe. Rejim jî dixwaze Bayirbucak û Cebel Ekrada li sînorê Hatayê hilde û bibe cînarê Efrînê. Rejim bi vî awayî him dixwaze ji neftê îstifade bike, him jî bi hevkariya PYDyê têkiliya Tirkiye û mixalifên Sûriyeyê qut bike. Dixwazin li Sûriyeyê dewleta elewî, kurd û suniyan çêkin. Niha hesab ev e û DAEŞ jî di vê xizmetê da ye."
Wezîr destnîşan kir pêkhatina vê armancê zor e û got hêzên koalîsyonê jî di xizmeta vê da ne.
Wezîr îdia kir ku demek berê mixalifan ji bo Helebê operasyon kirin û got di operasyonê da DAEŞê şerê mixalifan kir û alîkariya Esed kirin.