20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di mitînga "Bi milyonan kes li dijî terorê yek deng" ya li Yenîkapiyê hat lidarxistin de, axivî.
Serokomar Erdogan di destpêka axaftina xwe de got ez spasiya welatiyên me yên ku li hemberî terorê bê deng neman, bi alayan bertek nîşan dan, bi aqil û metanet tevgeriyan dikim û wiha dewam kir: "Îro li vir li Yênîkapiyê, bersiva herî baş hûn didin wan kesên ku dixwazin welatê me yê ebedî, dewleta me ya dawîn, biratiya me ya hezar salan bi fitne û fesadiyên mezhebî ji hev du perçe bikin.
Sembol û şahidê herî mezin ê vê doza me, ev alaya ku li her çar aliyê me bilind dibe ya bi heyv û stêrk e. Yek derketiye dibêje çi? Dibêje 'Ma êrîşê alayê kirin?' Ma ew ê êdî çi bibe? We li ser derewan dinyayek ava kiriye. Ew kesên ku cinazeyên xwe bi qerpalê ku dibêjin alaya me ye da dipêçin û pişt re jî dibêjin 'Ma yek êrîşê alaya we kir?'. We di kongreya xwe de bi darê zorê alaya me daliqand. Roj hebû we hewl da ku hûn alaya me daxînin. Lêbelê niha hûn bi alîkariya hin tirkên spî hewl didin ku li ser piyan bisekinin. Ev kar û xebat bi saz mazan nayên birêvebirin."
Serokomar Erdogan got: "Ew kesên ku li vê alayê xwedî derdikevin, ew kes herêmî ne, ew kes Tirkiyeyî ne. Lê ew kesên ku bi çavnebarî li vê alaya me dinêrin, hewl didin ku daxînin, bişewitînin; ew kes mankûrtên ku têkiliya wan bi gelê wan re nemaye, bê rih, bê eşq û evîn in."
Erdogan wiha axivî: "Ya ku herî zêde me xemgîn dike, helwesta wan kesên ku hemû têkiliyên xwe yên netewî yên bi ax û herêmîbûnê re birîne, di lîstikên ser Tirkiyê tên lîstin de, bi dilxwazî fîguraniyê dikin e. Bi çi sedemî dibe bila bibe têkiliya ew kesên ku bi terorê re heye, yên ku li welatê me piştevaniya wan dikin; hay ji wateya hebûna xwe ya ser vê coxrafyayê nînin. Wateya rengê vê alaya, heyv û sterka ser alayê îdraq nakirine. Li vê welatê, me tu kesî ji ber sedemên etnîk vedernekir, ji civakê dûr nexist û em tu caran nakin jî."
Erdogan got ku em ê li hemberî tevgerên terorê tu caran çavgirtî nebin û wiha dewam kir: "Em ê li serê çiya û milan li pey wan bin, bikevin kozikên wan û berê wan bidin. Lewra bedêla cangoriyekî me bi tu tiştî re nayê muqayesekirin."
Serokomar Erdogan "Îro li hemberî miletê me kî hene bila pê zanibin ku duh jî li Çanakkaleyê di Herba Rizgariyê de ew hebûn. Dem guherî, nav guherîn, rê û rêbaz guherîn; lê belê armanc tu carî neguherî. Her dem armanca wan ew e ku axa me ji destê me bistînin, yekîtî û biratiya me xirab bikin, me ji hev du dûr bixin, têkoşîna me ya di vê rêya de têk bibin. Hemd ji Xweda re, negihiştin armanca xwe. Di hemû serdemên ku ew pê bawerbûn ku me tune kirin, me ji holê rakirin de, me xwe zêdetir bi hêz kir û me ew sancaxa emanetê me ye bilinttir kir. Îro jî haya hemû ferdên vê welatê, hemû kesên ku li ser vê axa nan dixwun, hemû kesên ku xwe wekî ferdekî vê gelê dibînin ji van lîstikên kirêt heye.
Tirkiyeya ku ji bo mezlûmên li herêma xwe heta ji bo hemû mezlûmên dinyayê re wekî stargehek e, welatiyen xwe jî ji hev du cuda nabîne û naxwaze winda bike. 'Dibêjin însan bila bijîn ku dewlet jî hebûna xwe biparêze' em bi vê zihniyetê bi rê ketin. Birayên min, em ê tu caran firsendê nedin wan kesên ku dixwazin fitne û fesadiyê bikin nava gel û hewl didin ku miletê ji hev du dûr bixin. Em ne tenê dema can û malê gelê me dikeve talûkeyê dikevin nav fikaran dema ku neynûka welatiyek me xwîn dibe, dilê me disoje, em vê yekê tu caran qebûl nakin. Em ê her dem ji bo hemû kesên ku qîmetê didin nirxên xwe yên netewî û herêmî, dil û hembêza xwe vebikin. Em ê tu caran dîn, esil, herêm, meşreba kesî nenêrin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di hedefa hemû gule û roketên ku diavêjin ser polêsên me, ser leşkerên me, ser gundparêzên me, ser avahiyên me yên kamuyê, ser mizgeftên me de, yekîtî û biratiya me heye û wiha pê de çû:
"Ne welatiyên me yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ne jî welatiyên me yên li herêmên me yên din neketin van defikan û ew ê tu caran jî nekevin dafikên wan. Em ê di van lîstikên wan ên ku 200 salin berdewam dikin de nebin fîguran."