20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
İSTANBUL
Mitînga "Bi milyonan kes li dijî terorê yek deng" ku bi destê Platforma Piştevaniyê ya Sivîl, li Yênîkapiyê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan, Serokê TBMMyê Îsmet Yilmaz, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û xanima wî Sare Davutoglu, hin wezîr, alîkarên giştî yên AK Partiyê, parlementer, serokên şaredariyê yên navçeyê beşdarî mitîngê bûn.
Mitînga "Bi milyonan kes li dijî terorê yek deng" bi xwendina sirûda netewî û tîlaweta Qur'ana Pîroz dest pê kir.
Di destpêka mitîngê da cih dan kurtefîlmeka derbarê "Pêvajoya Çareseriyê" de.
Piştî axaftina Ayhan Oganê Serokê Platforma Piştevaniyê ya Sivîl, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê TBMMyê Yilmaz, Serokomar Erdogan derket ser dikê.
Axaftina Erdogan nêzî 45 deqîqeyan kişand, di vê navê li qadê alayek mezin a Tirkiyê hat vekirin.
Serokomar Erdogan piştî axaftinê silav da Serokê TBMMyê Yilmaz, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Ayhan Oganê Serokê Platforma Piştevaniyê ya Sivîl. Dawiya mitîngê de li ser dikê gel hev wêneyek kişandin.
Di vê navberê de hat raçavkirin ku qismeke mezin a Qada Mitîngê ya Yênîkapiyê tijî bû.