22 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Di operasyona li Solxana navçeya Bîngolê hat kirin da Roger Carlsenê welatiyê Norweçê yê ji Tirkiyeyê ye û hat tesbîtkirin ku li Norwecê li ser navê PKKya rêxistina terorê xebatan dimeşîne hat derdestkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku di encama xebatên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û Midûriyeta Ewlekariya Bîngolê yên ji bo deşîfrekirina çalakiyên kesên têkildarê PKKya rêxistina terorê da li Solxana navçeya Bîngolê Roger Carlsenê welatiyê Norwecê yê hat tesbîtkirin li ser navê rêxistina terorê di asta payebilind da xebat meşandiye hat girtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê operasyon birin ser navnîşanekê û Carlsen binçav kirin û di lêgerînê da gelek dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Piştî karûbarên li ewlekariyê Carlsen sewqî dadgehê kirin û bi biryara hakimtiya nobedar hat girtin.
Hat diyarkirin ku Carlsenê dema welatiyê Tirkiyeyê bû navê wî Ahmet A. bû ji vir demekê berê hat ji bo ziyareta eqrebeyên xwe hat Solxanê.