BÎNGOL
Li Bîngola ku di salên 1980î de wek embara ajalvaniyê dihata zanîn, hejmara ajalan sal bi sal kêm bû. Niha tê hêvîkirin ku gundî vegerin gundên xwe û hejmara ajalan wekî berê zêde bibe.
Bi xebatên 3 salan hejmara ajalên li bajêr qeydkirî ji 168 hezaran derkete 754 hezaran. Tê diyarkirin ku bi tesîra pêvajoya çareseriyê wê ev hejmar hê jî zêde bibe.
Serokê Yekîtiya Xwedîkirina Pezê Tovî Alî Kaysadu, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di salên 1980î de Bîngol wek embara ajalvaniyê dihata nasîn, lê ji ber bûyerên nebaş hejmara ajalan sal bi sal kêm bû. Niha bi saya xebatên zêdekirina ajalan, hejmara pezî ku di 2010an de 168 hezar bû, derkete 754 hezaran.
Kaysadu da zanîn ku di salên 1980î de hejmara pezî bi mîlyonan dihate gotin lê di navbera salên 1990 û 2010î de ev hejmar gelekî kêm bû.
Kaysadu, dest nîşan kir ku Bîngol, bi mera û zozanên xwe ji bo xwedîkirina ajalvaniyê cihekî guncav e û wiha dewam kir: "Ez hêvî dikim ku bi saya pêvajoya çareseriyê hejmara ajalan dê zêdetir bibe."
Kaysadu wiha bangî welatiyên ku ji gundên xwe derketine kir: "Heke niyeta wan hebe vegerin gundên xwe, em hemû piştevaniyê didin wan. Heke dê li bajaran di nav sefaletê de bijîn, bila werin bibin xwediyê karê xwe. Midûriyeta Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê ya Bajêr ji bo 5 salan bê faîz krediya pezkirinê dide. Bila werin vî karî bikin û hejmara pêz zêde bibe."