Muhammed Ali Toruntay
26 Tebax 2022•Rojanekirin: 26 Tebax 2022
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di encama xebatên qanîkirinê da terorîstekî ji PKKya rêxistina terorê reviya teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Li gor daxuyaniya wezaretê di encama xebatên qanîkirinê yên ku ji hêla Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Midûriya Giştî ya Ewlehiyê va hatin kirin da terorîstekî din ji PKKyê reviya û teslîmê hêzên ewlehiyê bû.
Hat tesbîtkirin ku terorîst li Iraqê fealiyet kiriye.
Di encama xebatên qanîkirinê yên tên kirin da ji 1ê rêbendanê vir va jimara mensûbên rêxistina terorê yên ku teslîm bûn derket 74an.