Hunermend Îbrahîm Tatlisesê ku li Bodruma navçeya Muglayê qeza kiribû ji nexweşxaneyê derket.
Mînîbusa ku plaqeya wê 35 GH 063 bû û Tatlises jî tê da ber bi îstiqameta Taxa Yalikavakê diçû û kamyoneta plaqeya wê 48 BZ 087 e û ji Yalikavakê ber bi aliyê Bodrumê diçû, di rêya ku ji ber baranê şemetokî bûbû da li hev qelibîn.
Tatlises sewqî Nexweşxaneya Acibadem Bodrumê kiribûn û ew piştî tedawiyê bi ambûlansê va ji nexweşxaneyê derket û çû restoranta ku tê payîn îşev lê konserê bide.