Mehmet Tosun
26 Tebax 2022•Rojanekirin: 26 Tebax 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan serokatiya civîna waliyên herêmê ya ku li Xelatê hat lidarxistin kir.
Serokomar Erdoganê ku ji bo 951emîn salvegera Serkeftina Milazgirtê hat Xelatê bi waliyên herêmê ra hevdîtin kir.
Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Mustafa Şentop, Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kirîşçî, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim jî beşdarî civînê bûn.