Muhammet Kurşun
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
KAYSERÎ
Bi îddiaya ku amadehiya êrişekê li ser meşa CHPê dikin li Kayserî û Kocaeliyê 6 endamên DEAŞê hatin girtin.
Meşa Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji Enqereyê dest pê kir û ber bi Stenbolê ve diçe, didome. Îro bi îddiaya ku dê êrişî vê meşê bikin 6 DEAŞî hatin tesbîtkirin.
Hêzên ewlehiyê diyar kirin ku endamê DEAŞê bi talîmata ji Sûriyê li Kayseriyê minîbusek kirê kir û xwest here Kocaeliyê.
Gumanbar ji aliyê tîmên ewlehiyê ve hat taqîbkirin. Ewlehiyê nirxandina wê yekê kir ku gumanbar dixwaze minîbusê bajo ser qelebalixa di meşê de. Loma jî li Kocaliyê hat binçavkirin.
Li Kayseriyê jî 5 kesên ku hatin tesbîtkirin piştgiriya gumanbar kirine jî hatin girtin.
Lêpirsîna gumanbaran didome.