Ahmet Aydın
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
AK Partî û MHPê di civîna yekema derbarê guherîna rêziknameya navxwe ya TBMMê de, li ser metna ku ji 17 bendan pêk tê li hev kir.
Civîna derbarê guherîna rêziknameya navxwe ya TBMMê ya di navbera AK Partî û MHPê de nêzîka 6 seatan ajot.
Wekîlserokê Komê yê AK Partiyê Mustafa Elîtaş piştî di daxuyaniya piştî civînê de, destnîşan kir ku ew pêşniyara guherînê ji 13 bendan pêk tê û ji aliyê organên rayedarên partiya wî ve hatine amadekirin û ew pêşniyar digel rêveberên MHPê gotûbêj kirine.
Elitaş anî ziman ku metna navborî hatiye nirxanindin û di wê çarçoveyê de 2 bendên wê jê hatine derxistin. Herwiha 6 bendên din ku ji aliyê MHPê ve hatin pêşniyarkirin lê hatine zêdekirin û bigiştî li ser wan 17 bendan li hev hatine.
Elîtaş bal kişand ser wê yekê ku metna amdekirî wê dubare digel rayedarên din yên herdu partiyan bên reçavkirin û piştre wê dîsa bicivin û wê rewşa wê ya dawî temam bikin.
- "Me gavin giring pêk anîn"
Ji aliyê din ve Wekîlserokê Koma MHPê Erkan Akçay jî destnîşan kir ku digel AK Partiyê xebateke giring ajotine û wiha got, "Piştî civîneke ku 6 seatan ajot, me gavin giring avêtin. Piştî ku em metnê pêşkêşî Serokê Giştiyê MHPê Dewlet Bahçelî bikin emê dîsa bicivin."
Akçay ji ber xebatên wan sipasiya Elîtaş û Abdulhamît Gul kir.