Yusuf Er ê ku li Diyarbekirê di çalakiyên şermezarkirina êrîşên DİŞIyê yên Kobanêyê de bi 3 hevalên xwe ve rastî êrîşê hat, qala bûyer û şahidiya kuştina hevalên xwe kir.
Di roja 4emîn a Cejna Qurbanê de Yasîn Boru (16), Hasan Gokgoz (26), Yusuf Er (18) û Huseyîn Dadak (19) ji bo ku goştên qurbanê yên komeleyekê belav bikin çûn semta Îskanevlerî ya li navçeya Baglarê.
Boru, Gokgoz, Er û Dadak li vir di çalakiyên ku ji bo êrîşên DÎŞIyê yên li Kobanêyê hatin kirin de rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de hevalên wî mirin, Yusuf Er jî di êrîşê de birîndar bû û wisa ji êrîşê xilas bû.
Erê ku di nexweşxaneyê de tedawiya wî xilas bû hê jî di bin tesîra wê roja nebaş de ye. Er ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku wan goştê qurbanê hildane ku ji feqîran re belav bikin. Lê komek derketiye pêş wan û bi kevir, dar û çekan ve êrîşê wan kirine.
- "Ji me re gotin hûn milîtanên DIŞÎyê ne"
Er bi êş û xemgîn behsa wê rojê kir û got ku wan xwe avêtine avahiyekî ku xwe xilas bikin. Er wiha axivî:
"Em dema gihîştin qata duyemîn, rêvebirê avahiyê got ji vir derkevin, ew ê werin dêrî bişkînin. Me jî got 'ji me re dibêjin hûn milîtanên DÎŞIyê ne' êrîşê me dikin. Bila herin em ê ji avahiyê derkevin. Wê demê ji qata 3emîn jinekî got ku werin mala min xwe veşêrin."
Er got ku kom kete hundirê avahiyê û li banê mêze kir û dema dîtin ku li wir kes tune, yek bi yek deriyan xistin. Er wiha axivî: "Mêrê mala ku me li wir xwe veşart kêr kişand û got hûn ji DÎŞIyê ne. Me bûyera ku hate serê me vegot û me hewl da ku em bibêjin eleqeya me û DÎŞIyê tune."
- "Tiştê di destê me de bi tenê goştê qurbanê bû"
Er daxuyand ku êrîşkaran li dêrî xistin û di destên wan de sator û çek hebûn û wiha got: "Hesen, pêşniyazek kir û got ku bila xwediyê malê telefonê derve bike ku bila ew ji avahiyê derkevin û em jî mala wî derkevin û herin. Me ev daxwaz ji xwediyê malê kir."
- "Me ji hev helalî xwest"
"Xwediyê malê ji wan yekî re telefon kir û got 'Terka avahiyê bikin an ew ê zirarê bidin me'. Lê tiştê ku bi tenê destê me de hebû goştê qurbanê bû. Wê demê êrîşkaran hewl dan ku derî bişkînin û hinekan got 'dînamîtê bînin em dêrî bişkînin'. Em ji deriyê dûr ketin û me ji hev helalî xwest."
- "Nalîna hevalên min hê jî di guhên min de ye"
Er daxuyand ku kesek bi kindiran ve kete şaneşînê, gule barand û Gokgoz birindar bû û wiha dewam kir:
"Di wê keliyê de xwediyê malê mifteya derî avête êrîşkar û ew kete hundir û gule berî hevalên min da. Nalîna hevalên min hê jî di guhên min de ye. Ji ber ku min xwe di destşoyê de veşart wan ez ji bîr kirim. Bi çek, kêr û satoran ve hevalên min kuştin û ji qata 3emîn avêtine jêr ê."
- "Hevalên min şewitandin"
Er daxuyand ku yekî ew îşaret kiriye û wiha got: "Cam şikandin û ketin hundir û li min xistin. Dema ez erdê ketim bi dehan caran serê min kêr kirin. Destê hinekan nedigîhîşte min û ji ber vê jî kêr bi çoyan ve girê dan û êrîşê min kirin. Hinekan gotin ku ew jî dixwazin li min bixin."
- "Ez heyirîm"
Er got ku wî derfetek dîtiye û xwe avêtiye derve û wiha axivî:
"Ji êrîşkaran yekî got 'em bikujin', yekî got 'em nekujin'. Wan ez derxistim derve û wê demê min li erdê hevalên xwe yê ku di nav xwînê de mabû dît. Hevalên min ên ku di qata 3emîn de avêtibûr şewitandibûn û qafê wan pelçiqandibûn. Bêhna goştê şewitî dihat. Ez heyirîm. Yekî pîhnek avêt min û got 'em te serbest dihêlin, here' û Wan ez berdam."
Er got ku dema ew ji wir veqetiya 5 caran gule li ser wî hat barandin û wî zêde xwîn winda kir û wiha pê de çû: "Ez nikaribûm bimeşiyam. Mirovek nêzîkî min bû û telefoneke eqrebayê min xwest. Apê min hat û ez birim nexweşxaneyê."
Yasîn Boru (16), Hasan Gokgoz (26), Yusuf Er (18) û Huseyîn Dadak (19) di roja 4emîn a Cejna Qurbanê de ji bo ku goştên qurbanê yên komeleyekê ji feqîran re belav bikin ji hêla komekî ve rastî êrîşê hatin. Rapora otopsiyê ya ku li ser cesedê wan hat kirin nîşan dabû ku her sê ciwan bi îşkenceyê hatin kuştin.