Türkan Tosun
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ANKARA
Golf ji bilî werzişê ji bo der û doreke civakî jî ji hêla mirovan va tê tercihkirin, lê werzişeke gelekî biha ye. Ji bo ku kesek dest bi golfê bike divê 5 hezar lireyî xerc bike.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, bihayê golfê li gor kluban û herêmên ku ev werziş lê tê kirin, diguhere.
Bihayê endamtiyê, alavên tên bikaranîn nîşan didin ku golf li gor futbol, basketbol û hin werzişên din ên populer gelekî biha ye.
Li Tirkiyeyê endamtiya salane ya klubên golfê di navbera 2 hezar û 500- 40 hezar lireyî de diguhere.
Bihayê saeta dersan ya taybet di navbera 100-150 lire de ye. Lê heke ders komî be, serê merivê dadikeve 40 lireyî.
Kesên ku nabin endamên kluban serê lîstikê pereyan didin û li qada golfê dikarin bi vî awayî bilîzin. Bihayê qadan jî di navbera 100 û 800 lireyî de diguhere.
Yên ku vê werzişê dikin divê seta golfê, şalê kanvas, tîşortê ku pastiya wê polo ye, şewqe, lepik û solan bistînin.
Ji bo destpêkê bihayê seta golfê ji hezar lireyî dest pê dike û her ku diçe bihatir dibe. Kesekî ku nû dest bi golfê bike ji bo van cil û bergan û alavan divê hezar û 500 lireyî xerc bike.
Bi tevî van alavan bihayê dersan jî bê hesabkirin qasî 5 hezar lire tê xerckirin.
- Li Tirkiyeyê golf
Li gor daneyên Yekîtiya Golfê ya Ewropayê (EGA) li Tirkiyeyê 6 hezar û 776 kesên ku xwedî lîsansa golfê hene. Ji van 2 hezar û 613ê wan mêr, hezar û 124ê wan jin, 3 hezar û 39ê wan jî ji zarokan pêk tê.
Heke hejmara ciwanan a nifûsê Tirkiyeyê û zarokên ku lîsansa wan a golfê heye bê nihêrîn, wisa xuya dike ku ev golf di dahatûyê de dibe ku bibe werzişeke populer.
Li Tirkiyeyê bi giştî 18 qadên ku golf lê tê lîstin hene.