Önder Beyter
19 Hezîran 2019•Rojanekirin: 20 Hezîran 2019
Li Paloya navçeya Elezîzê cesedê eskerê ku ji bo hênik bibe ketibû Çemê Mûradê lê paşê wenda bûbû hat dîtin.
Mustafa Taş (20) ku esker e û îzin sitandibû û hatibû memleketê xwe û herwiha duh jî ji bo ku hênik bibe, li tanga Ava Tekeyê ketibû Çemê Mûradê, di ro da çûbû û wenda bûbû. Îro cesedê Taş ji aliyê welatiyan va qedera kîlometreyekî dûrî ciyê bûyerê di nava keviran da hat dîtin.
Cesedê Taş ku bi destê ekîban ji avê hat derxistin, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Paloyê.
Mustafa Taş ji eskeriyê îzin sitandibû û hatibû memleketê xwe û herwiha duh jî ji bo ku hênik bibe, ligel heval û 2 birayên xwe li tanga Ava Tekeyê ketibû Çemê Mûradê. Taş ligel birayekî xwe gava derbasî aliyê din ê çem bûbû, di ro da çûbû û wenda bûbû.
Piştî ku xeber hatibû dayîn, ekîbên polês, cendirme û AFADê bo ciyê bûyerê hatibûn sewqkirin û ji bo dîtina Taş tevî beşdariya welatiyan xebata lêgerînê dabûn destpêkirin.