Ekrem Payan
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Li Guçlukonaka navçeya Şirnexê, cesedê Ahmet T. hat dîtin ku teisî, ket Çemê Dîcleyê û di ro da çû.
Ahmet T. li nêzîkî gundê Akdizginê yê navçeyê gava li rexê Çemê Dîcleyê digel hevalên xwe pîknîk dikir, teisî û ket çem û her wiha di ro da çû. Ji bo dîtina Ahmet T. ekîbên AFAD û yên cendirmeyê xebat meşandin.
Di encama xebatên AFADa Diyarbekirê, "ekîta beqan" a Midûriyeta Ewlekariya Tetwanê, Lêgerîn û Xilaskirina Ser Avê ya Batmanê, Şaredariya Cizîrê û tîmên JAKê jî beşdar bûn da cesedê Ahmet T. 2 kîlometre li biniya ciyê ku lê di ro da çûbû, hat dîtin.
Cinaze ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.