Halil İbrahim Sincar,Selahattin Erol
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Li Mêrdînê minîbus wergeriya û tê da 6 kes mirin, 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, minîbusa ku nasnameya şofêrêrê wê nehat tesbîtkirin û plaqeya wê 47 AT 479 e, di rêya Mîdyad û Omerliyê da wergeriya şarampolê.
Di qezayê da Fatma Kaya, Buşra Keleş, Kamuran Onen, Abdullah Macît, Yusuf Tunç û Ruken Adam mirin, 5 kes birîndar bûn.

Li ser cabdayînê ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Ji birîndaran 3 li Mîdyadê, 2 jî li Mêrdînê rakirin nexweşxaneyan.
Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş ji nûçegihanê AAyê ra got ku, kesên di qezayê da mirin, li Mîdyadê diman, li navenda Mêrdîn û navçeya Omerliyê dixebitîn.
Walî Demirtaş got, "Kesên ku di qezayê da mirin, wezîfedarên qamûyê ne." û ji bo wan rehmet xwest, serxweşî da eqrebayên wan û seba birîndaran jî ji Xwedê şifa xwest.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê seba lêpirsîna bûyerê du dozgerên komarê wezîfedar kirin.