Haydar Şahin
19 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2019
Cinazeyê Efe Sarp û Mert Alpaslanê ku derketibûn gera tebîetê ya ber bi lûtkeya Uludaxê û 17 roj piştî windabûna wan cesedê wan hatibû dîtin teslîmî malbatên wan kirin.
Piştî ku Saziya Tipa Edlî ya Bursayê lêkolîn û otopsî temam kirin cinazeyê herdu hevalan şandin Midûriyeta Goristanê ya Şaredariya Bajarê Mezin.
Cinazeyên karûbarên wan ên şûştin û kefenkirinê li xesîlxaneyê hatin temamkirin teslîmî malbatên wan kirin.
Cinazeyê Sarp şandin Karacasuya navçeya Aydinê, yê Alpaslan jî şandin Buyukçekmeceya navçeya Stenbolê. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo cinazeyan wesayît texsîs kirin.
- Bûyer
Mert Alpaslan (31) û Efe Sarp (37) di 1ê berfanbarê da ji Stenbolê hatibûn Bursayê, wesayîta xwe li rexê Qereqola Cendirmeyan a Uludaxê park kiribûn û paşê ber bi lûtkeya Uludaxê meşiyabûn. Demekê şûnda ji ber mijê winda bibûn û li ser îxbarê li wan geriyabûn.
Ji 2ê berfanbarê vir da bê navber xebatên lêgerînê dewam kirin. Di dema lêgerînê da pêşiyê mon, kulik û anaxtarên Sarp hatibûn dîtin, paşê jî 2 darên destê çiyageran hatibûn dîtin.
Piştî xebatên 17 rojan dewam kirin cesedê herdu hevalan hatin dîtin û di navbera wan da kîlomêtreyek mesafe hebû.
Di xebatên Saziya Tipa Edlî ya Bursayê da hat tesbîtkirin ku sedema mirina herdu hevalan jî hîpotermî ye ji sermayê cemidîne.