Türkan Tosun
19 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2019
Li Uludagê du cesedên hatin dîtin jê yek cesedê Mert Alpaslanê ku di 1ê Çileya Pêşîn da dema ber bi lûtkeya çiyê hildikişiya winda bûbû ye.
Malbata Efe Sarp cesedê wî teşhîs kir, cesedê din ê ku nasnameya wî nediyar bû jî anîn morga Saziya Tipê ya Adlî ya Bursayê.
Li morgê cesedê Mert Alpaslan ji hêla malbata wî va hat teşhîskirin, ji bo sedema mirina wî bê zanîn xebatên otopsiyê dewam dikin.
- Bûyer
Di 1ê Çileya Pêşîn da Mert Alparslan (31) û Efe Sarp (37) ji Stenbolê hatibûn Bursayê û wesayîta xwe li ber Qereqola Cendirmeyan ya Uludagê parq kiribûn.
Herdu heval ber bi lûtkeya çiyê va meşiyabûn, lê piştî demekê ji ber ku mij zêde bûbû ew winda bûbûn. Li ser vê ji bo dîtina wan xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.
Li rojavayê bakurê Uludagê li tanga Kureklidereyê ji 2yê Çileya Pêşîn vir va xebat hatibûn kirin. Di lêgerînê da mont, kûm û mifteyên Sarp hatibûn dîtin û paşê jî du çoyên dar hatibûn dîtin.
Asayîşa Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH), Lêgerîn û Xilaskirinê ya Cendirmeyan (JAK) û hin ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên sivîl beşdarî xebatên lêgerînê yên ku bi kordîneya Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ya bajêr va hatibû meşandin bûbûn. Di roja 17emîn da li tanga Kureklidereyê xebat zêdetir hatibûn kirin.
Ekîban li vir cesedek dîtibûn û hatibû tespîtkirin ew cesedê Efe Sarp e. Piştî 3 saetan di xebatên hatibûn meşandin da kîlomêtroyekî dûr cesedê kesekî din jî hatibû dîtin.
Ji bo sedema mirina Efe Sarp hatibû gotin ew ji ber hîpotermiyê miriye.