17 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nûceyfî şahidiya êrîşa ku DAEŞa rêxistina terorê bir ser baregeha perwerdeyê ya li Başîkaya herêma Mûsila bajarê Iraqê kir. Nûceyfî got ku êrîşê bi qasî 3 saetan berdewam kir û ji hêzên Heşdî Wetaniya ku perwerdeyê dibîne hin kes mirin.
Nûceyfî piştî bûyerê bersiva pirsên nûçegihanê AAyê yên ku bi telefonê gihaştê da. Waliyê berê Nûceyfî wiha qala demên ku şahidiya wan kir:
"Ez bi xwe di dema êrîşê de li kampê bûm. DAEŞê bi qasî 3 saetan bi topên hewanê êrîşî kampa perwerdeyê ya li Başîkayê kir. Di êrîşê de 3 leşkerên Heşdî Wetaniyê mirin. Ji van hêzan 3 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de di demên ewil ên êrîşê de 4 leşkerên Tirkiyeyê jî tehl bûn. Bi qasî 130 topên hewanê li cihê ku kamp lê ye ketin."
Nûceyfî diyar kir ku êrîş ji herêmeke gelekî nêzî kampê hat kirin û wiha axivî: "Êrîşa DAEŞê surprîz nebû ji ber ku me texmîn dikir ku dê êrîşeke wiha bikin. Derket holê ku em di mijara zêdekirina bergiriyên ewlehiyê yên kampê de çiqas mafdar in. Êdî ji bo ku tehdîda DAEŞê ji holê bê rakirin em dê hemû xebatan bikin."