Abdullah Tel
17 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2015
İSTANBUL (AA) - Li Arnavutkoy û Bagcilara navçeyên Stenbolê dijî şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê bi piştgiriya polêsên taybet ve li dijî YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê operasyona hevdem li dar xist.
Polêsan girt ser 8 navnîşanên li Arnavutkoy û Bagcilarê berê hatibûn eşkerekirin. Di bin tewdîrên ewlehiyê yên berfireh de polês ketin cihên hatibûn tespîtkirin û di çarçoveya operasyonê de 4 gumanbar hatin binçavkirin. Di mala gumanbaran û cihê ku nîşan dan de lêgerîn hat kirin.
Gumanbarên hatin binçavkirin ji bo sihetê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekiyê hatin kontrolkirin û sewqî Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenolê kirin.