10 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê teqîna ku li Enqereyê qewimî da ji Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu agahî sitand.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokwezîriyê hat dayîn Davutoglu der barê teqînê da bi Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok ra axivî.
Serokwezîr Davutoglu di heman demê da ji Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu jî der barê mirî û birîndaran da agahî sitand.
Wek mayîn Serokwezîr Ahmet Davutoglu bangî Yalçin Akdoganê Alîkarê Serokwezîr, Wezîrên Karên Navxweyî Altinok, Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglu, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Midûrê Gişkî yê Ewlekariyê Lekesiz û Waliyê Enqereyê Kiliçlar kir ku di saet 12.00an da li Qesra Fermî civînê bikin.