ANKARA
Lijneya HDPyê ya ku çû Qendîlê, der barê ziyaretê de daxuyanî da.
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku, lijneya HDPyê ya ku di 22yê rêbendanê de çû Qendîlê li wir bi erkdarên KCKyê re civînek ku 7 saetan dewam kir li dar xist.
Hat diyarkirin ku di civînê de li ser pêvajoya çareseriyê û geşedanên herêmê rawestiyan. Hat diyarkirin ku erkdarên KCKyê di pêvajoya çareseriyê de pêşnumaya mizakereyê ya ku Abdullah Ocalan pêşkêş kir wek esas digrin û li gor dîroka ku ew diyar dike tevdigerin.
Di daxuyaniyê de wiha hat îfadekirin: "Erkdarên KCKyê destnîşan kir ku hêj jî hikûmet pêvajoya mizakereyê bi awayekî cidî hilnade dest û hat gotin ku ji bo çareseriyeke mayin de tarîxek hatibû diyarkirin lê Tirkiye ji bo dem di ser wê tarîxê re derbas bibe hewl dide."
Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku divê pêvajo bi lez û bez bê birêvebirin û hemû alî dev ji tevgerên ku ber li pêvajoyê digrin an jî pêvajoyê asteng dikin berdin û wiha hat îfadekirin: "Divê ji bo xurtkirina pêvajoyê gav bên avêtin û avêtina van gavên ji bo demokratîkbûnê girîng in."
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de ji bilî rageşiya li Cizîrê li ser geşedanên Kobanê û Şingalê jî hat sekinîn.