14 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Walîtiya Diyarbekirê ragihand, meşa çalakiya ku tê xwestin bi hinceta protestokirina operasyonên Sûrê, sibê seat 12:00an li Navçeya Yenîşehîr li ber Çîftkapiyê bê lidarxistin dijî qanûnê ye.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe nivîskî, cihên civîn û çalakiyê destnîşan kir û daxwaza îtîbarnekirina bi bangawaziyên çalakiyên bê destûr kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ji bo civîn û meşên çalakiyê Meydana Îstasyonê, Qada Fuarê û Qada Newrozê hatiye veqetandin. Herwiha civîn û çalakiyên ku li van qadan bên lidarxistin divê xwedî îzin bin û kesên ku van çalakiyên rêkbixin divê lijneyek be ku ji 18 salan ne biçûktir û herî kêm 7 kes bin. Pêwîst e jî berî çalakî bên lidarxistin herî kêm bi 48 seatan ji walîtî yan qeymaqamiyê ra bê ragihandin."