Önder Beyter
17 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2019
Li Diyarbekirê tabelaya ku bi destê Şaredariya Bajarê Mezin hat danîn û navê sûcdarê terorê li ser e, hat rakirin.
Ligel ku Walîtiyê red kir, Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê ya HDPyî li navçeya Sûrê navê sehabe Iyaz bin Ganem li ser kolanê rakir û navê sûcdarê terorê lê kir.
Li ser vê yekê, ekîbên Midûriyeta Herêmê ya Rêbejayê, tabelaya "Kolana Dr. Îlhan Dîken" rakirin û tabelaya "Kolana Iyaz Bin Ganem" danîn şûnê.

- Ji saziyên civaka sivîl li dijî sepana şaredariyê bertek
Kordînatorê Platforma Azadiya Baweriyê ya Diyarbekirê Îbrahîm Gokdemîr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Diyarbekir, bajarê sehabiyan e û wiha got, "Piştî Meke, Medîne, Şam û Qudsê herî zêde li Diyarbekirê sehabe hene. Herwiha Iyaz bin Ganem jî fermandarekî mezin e ku di fehta gelek bajarên Anadoluyê da peywir aniye cih. Di serdema cîgirê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin hat destnîşankirin, navê fermandarê Îslamê Iyaz bin Ganem dan kolanê."
Gokdemîr axaftina xwe wiha domand:"Lêbelê Şaredariya Bajarê Mezin ya HDPyî ku dûrî xizmetkirinê ye û dijminê nirxên me, baweriyên me, çanda me, Îslam, Qur'ana Kerîm û nexasim sehabeyan e, çawa dest bi kar kir, fealiyeta xwe ya ewil duh bi dijmintiya mizgeftê, îro jî bi dijmintiya sehabeyan nîşan da. Waliyê me ev biryar di cih da nedît, ji ber bêrêziya li hemberî sehabe, da sekinandin. Lêbelê mixabin nîvê şevê mîna vampîrên ku ji gelê Kurd ê Misilman ditirsin, tabela rakirin. Şûna wê, navê doktorekî alîgirê HDPyê lê kirin. Wekî gelê Kurd ê Misilman em li vê derê ne. Em ê destûrê nedin wan. Li hemberî vampîrên şevê, gelê Kurd ê Misilman dê li qadan li cem tabela, mizgeft û sehabeyên xwe be."
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya HDPyî biryar dabû ku navê doktor Îlhan Dîken ku 5 sal berê wefat kiribû û di 1992yan da ji ber sûcê "alîkarî û hewandina rêxistina terorê" 3 sal û 9 meh cezayê hebsê xwaribû, li kolana ku navê fermandarê Îslamê Iyaz bin Ganim li ser e, bike. Piştî vê biryarê, nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr bertek nîşan dabûn.
Li ser vê yekê, bi destê Walîtiya Diyarbekirê lêkolîn hatibû kirin û herwiha biryar, ji ber ku ku kesê navborî ji ber sûcê terorê ceza xwariye, hatibû redkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin ligel ku Walîtiyê biryar red kir, nîvê şevê tabelaya kolanê guherandibû.