ÎSTANBÛL
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got "Ew kesên ku li vî welatî bi molotof, kevir û çovan di nav hewldana lêgerîna demokrasiyê de ne, hûn ê îqtidarê bi dest nexin, vê yekê bizanin. Li vî welatî rêya îqtidarê ji sindoqê re derbas dibe. Heke hûn demokrasiyê qebûl nakin, demokrasiya we dê bibe demokrasiya Sîsî."
Erdogan li Navenda Kongreyan a Halîçê beşdarî Civîna Meclisa Şewrê ya Bajêr a partiya xwe bû û wir axivî. Erdogan di axaftina xwe de ji ber hilbijartinên herêmî yên di 30yê adarê de spas kir û wiha axivî: "Ji ber ku hilbijartinên 30yê adarê li hemû Tirkiyeyê cuda bû, lê belê Stenbol gelek cuda bû û me organîzasyona li Stenbolê, dafikên ku li Stenbolê hatin vedan ji nêz ve şopandin. Em haj bi van dafikan hebûn lê şikir ku Stenbolê ev dafik berevajî kirin û kesên ku ev kêmîn danîbûn ketin kêmînên xwe."
Erodgan got ku îro di tevahiya Tirkiyeyê de wekî AK Partiyê faliyetên girîng dikin û qal kir ku îro ji saet 14.00an pê ve li hemû Tirkiyeyê, 81 bajar, 970 navçe û 31 hezar û 395 tax û 18 hezar û 106 gundan, lijneyên sindoqan ên ku ji 9 kesan pêk tên di heman demê de civandin.
Erdogan got ku bi dirûşmeya "xwedî li sindoqê derkeve" civînan li dar dixin û armanca me ew e ku em ji sedî sedê sindoqan bixin bin çavdêriya xwe û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha di tevahiya Tirkiyeyê de ev rêje ji sedî 83 ye. Dibe ku li cîhanê tu partiyên siyasî negihiştibin vê rêjeyê û dibe ku di lîteratura wan de xebateke bi vî awayî tunebe. Vê yekê ji bîr nekin, Demokrasî li ser sindoqê dest pê dike û li ser sindoqê pêk tê. Ez her dem dibêjim; sindoq namûs e. Heke partiyeke siyasî xwedî li sindoqan dernekeve, li ber revandina dengan çavên xwe bigire, deng neke ku rayên ku welatiyan avêt di sindoqê de winda bibe ew partiya siyasî jixwe di serî de winda dike. Tişta ku me ji partiyên din vediqetîne girîngî û îtinaya ku em didin sindoqê ye. Ez îro ji nû ve ji we rîca dikim, divê em teqez birêvebiriyên sindoqan ên wekî 3+3+3,9 di tevahiya Stenbolê de bi cî bînin. Teşkîlata herî baş divê birêvebiriyên AK Partiyê yên sindoqan be. Divê beriya hilbijartinê em encamê hilbijartinê bibînin. Em divê vê yekê bi dest bixin."
-"Stenbol bila bibe mînaka hemû Tirkiyeyê"
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku bandora xwedîlêderketina sindoqan di serkeftina 8 hilbijartinên di 12 salan de heye û got ku em hêj negihane wê armancê, divê em ji bo ji sedî sedê pêş bikevin. Ev yek dê heman demê de bibe wesîle ku di hilbijêrên ser sindoqan de hişmendî çêbe.
Erdogan destnîşan kir ku partiya wan ne partiyek e wisa ye ku ji hilbijartinê heta hilbijartinê dixebite û wisa nabe jî û got ku divê em xwediyê lijneyên birêvebirinê yên ku ji 9 kesan pêk tê, bin. Em demildest vê mijarê li Stenbolê hel bikin û bila Stenbol bibe mînaka hemû Tirkiyeyê.
Erdogan da zanîn ku dê encamên civînê bi saya AKBÎSê bigihînin navenda giştî û wir nirxandina civînê bê kirin. Erdogan diyar kir ku dê di Civîna Serokên Bajaran a Berfirehkirî yan ku dê roja çarşemê bê kirin de li tevahiya encaman binêrin û îstişareyên ku hewce dikin li Enqereyê li navenda giştî bikin.
- Biryara balyozê
Erdogan diyar kir ku di tevahiya 12 salan de ne ji bo xurtkirina îqtidare, ji bo welat û gelê xwe xebitîn, em partiyeke wisa ne ku ji bo aramiya welêt dixebitin û referandûma sala 2010an bi bîr xist. Erdogan got ku "Ew kesên ku ji bo bêaramiyê dixebitiyan gotin 'na'. Gotin na lê heta niha her tiştê kirin." Erdogan diyar kir ku mafê serlêdana şexsî ya ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn anîn û wiha axivî: "Heta niha 230 kesî serlêdana şexsî kiriye li ser Dadgeha Destûra Bingehîn û hemû jî derketin. Erdogan got ku heke di wê referandumê de ji sedî 58 erê derneketa ew kesan nedikarî derkevin û divê em vê yekê baş bibînin."
- "Me di navbera 12 salan de li hember çeteyan têkoşîn da"
Erdogan qal kir ku her partiyê ku bi rastî jî siyasetê dike, plan û projeyan çêdike, armancan dide ber gel, polîtîqayan çêdike, dibe ku ji aliyê gel ve bê pejirandin û bi terciha gel bibe hikûmeta welêt.
Erdogan got ku me di 12 salan de li hember çeteyan têkoşîn da, ev têkoşîn jî ne ji bo xwe ji bo gel û welatê xwe da û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me li hember derbeyan serî netewand lê me ev yek jî ne ji bo xwe ji bo dahatûya Tirkiyeyê kir. Em neketin li pey berjewendiyên biçûk. Bereskê wê me hemû reformên xwe ji bo 77 milyonên ku di nav sinorên Tirkiyeyê de dijîn, kirin. "