ŞANLIURFA
Bi pêvajoya çareseriyê re li welêt aramî û hizûr çêbû. Bi aramiyê re li Sêwreka navçeya Rihayê jî tebeleyên karxeneyan diguherin.
Bi salan bû ku bi taybetî li rojhilat û başûrê rojhilat şer diqewimî û bûyerên terorî pêk dihatin. Bi pêvajoya çareseriyê re rewşa herêmê guherî. Gelê herêmê êdî diçe zozanên ku bi salan e çûna wan qedexe bû û geşt û seyranê dikin.
Gelê herêmê kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku êdî zimanê xwe yê zikmakî di hemû qadên jiyanê de bi kar tînin û ji bo vê bextewar in. Bi pêşveçûn û geşedanan re Sêwreka ku bi bûyerên terorî dihat rojevê vegeriya qada aştî û aramiyê.
Sêwreka ku lê însanên ji çandên cuda cuda dijîn niha jî bi guherîna lewhayên karxaneyan balê dikşîne. Bi pêvajoya çareseriyê re xwedî karxaneyan jî dest bi guherîna tebelayên karxaneyan kir. Niha navê bi kurmancî û zazakî li karxaneyên xwe dikin. Herwiha tebelayên kurmancî û zazakî li herêmê balê dikşînin.
-"Bila aştî û aramiya li herêmê dewam bike"
Alîkarê Şaredarê Sêwrekê Hasan Baydîllî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li herêmê gelek esnafan navên karxaneyên xwe guhertin û navên bi zimanê xwe yê zikmakî li karxaneyên xwe kirin. Em bi van geşedanan kêfxweş bûn.
Baydîllî diyar kir ku piştevaniya pêvajoyê dikin û ji bo vê komisyon ava kirine.
Orhan Karpûzê xwedî karxaneyê jî da zanîn ku navê karxaneya wî berê bi tirkî "Guzel taş" bûye û ev nav veguheriye zazakî kiriye "Tamoweş."