12 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da ku got "Heta ku hûn xwînê nerijînin, nikarin pergala serokatiyê ya wiha bînin vî welatî" lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiyan serdozgerî nûçeyên ku di çapemeniyê da derketin wek gilî qebûl kir û lêpirsîn da destpêkirin. Buroya Lêpirsîna Sûcên Parlementeran wê li gor benda 214emîn a Zagona Cezayê ya Tirkan a bi sernavê "teşwîqkirina sûc" hereket bike.
Gotinên Kiliçdaroglu
Kiliçdaroglu do di axaftina xwe ya di Lijneya Giştî ya 72yemîn a TOBByê da wiha gotibû: "Wê kesek xeber bide û Tirkiye guhdarî bike. Wê kesek xeber bide û dadger li gor wî qerar bide. Wê kesek xeber bide û li gor wî lîsteyên parlementeran bên amadekirin. Wê kesek xeber bide û kê bixwaze wê ew bikeve hepsê. Heta ku hûn xwînê nerijînin, nikarin pergala serokatiyê ya wiha bînin vî welatî."