12 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da, hêzên ewlekariyê di qateke jêrîn a avahiyekê da 4 ton amonyûm nîtrata ku di çêkirina teqemeniyan da tê bikaranîn û 500 kîlogram teqemeniya destî ya li ber xaniyekî hatibû bicihkirin, îmha kirin.
Li Şirnexê operasyona "Şehîd Cendirme Ustegmen Mehmet Çîfcî" a ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên ewlehiyê di 14ê adarê da piştî qedexeya derketina derva ji bo qefaltina terorîstan, ser girtina kozikan û rakirina berîqatan da destpêkirin berdewam dike.
Li taxa Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Bahçelîevlerê operasyona hevpar berdewam dike, ji aliyê din va jî teqemeniyên ku terorîstan li herêmê bi cih kiribûn, bi destê ekîbên pispor va tên îmhakirin.
- 30 ton teqemenî hat îmhakirin
Di operayonan da heta îro 335 terorîst hatin kuştin, li ser kolan, kuçe , avahiyên kamuyê, mizgeft û xaniyan da teqemeniyên ku her yek giraniya wê navbera 10 û 500 kîlogramî da diguhere hatin îmhakirin. Ji aliyê hêzên ewlekariyê va heta îro 927 teqemeniyên destî yên ku giraniya wan nêzî 30 toniye hat îmhakirin.
- 4 ton amonyûm nîtrat hat desteserkirin
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Şirnexê, li taxên lê opesrayon temam bû, di xaniyan da, lêgerînê dikin.
Li Taxa Guneydoguyê tîman lêgerîn kir û di qata jêrîn a avahiyekê da 4 ton amonyûm nîtrata ku di çêkirina teqemeniyan da tê bikaranîn desteser kirin.
Pisporan biştî lêkolînê, 4 ton amonyûm nîtrata ku di çêkirina teqemeniyan da tê bikaranîn îmha kir. Ekîban di lêgerîna herêmê da 500 kîlogram teqemeniya destî ya li ber xaniyekî hatibû bicihkirin, tespît kir.
Ekîba AAyê dîmenên kêliya îmhakirina teqemeniyan girtin, di dîmenan da perçeyên kevir û şarapnelê yên ku dipekin der û dorê û ewrên tozê yên ji ber hêza teqemeniyê çêdibin tên dîtin.
Piştî teqînê, li herêmê çaleke ku kûrahiya wê metre û nîvek e çêbû, di xaniyên li der û dorê da xisar çêbû.
Pispor bal dikşînin ser teqemeniyan dibêjin ku terorîst ji bo bihêzkirina teqemeniyan perçeyên metal, bizmar, bîlye, tup, tupên agirkujiyê, qoşxaneyên çelîk bi kar tînin. Pisporan destnîşan kir ku melzemeyên wiha zirarê didin der û dorê û însanan.