14 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku li Şanliurfayê der barê wesayîta bibombe ya ku di êrîşa Enqereyê de hatiye bikaranîn de, 4 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda, tîmên Şaxa Tekoşîna Terorê tespît kirin ku wesayîta ku di êrîşa Enqereyê de hatiye bikaranîn li Şanliurfayê ji galeriyekî hatiye kirîn.
Li ser vê agahiyê tîman li kargeha ku li ser kolana Cumhuriyetê ye operasyonek kirin.
Di operasyonê de M.A.D, N.B, Î.D. û A.D. hatin binçavkirin.
Piştî ku îfadeya şikbaran li Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr hat hildan, ew ê şikbaran bibin Enqereyê.