31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji ber daxuyaniyên wê yên di warê qaşo "xweseriyê" da der heqê Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanakê da lêpirsîn da destpêkirin.
Li gorî agahiyê, Serdozgeriyê li ser qeyda dîmenên çalakiya li ber Şaredariya Sûrê ya ku komek ji endamên Partiya Herêmên Demokratîk di 19ê Tebaxê da pêk anîbûn, lêkolîn kir.
Piştî lêkolînê der heqê Gulten Kişanakê da ji ber daxuyaniya wê, "Heger dewlet were şaredarê min binçav bike, helbet ezê jî xweseriyê îlan bikim" biryara lêpirsînê hat dayîn. Lêpirsînê di çarçoveya madeya 302yemîn a Qanûna Cezayê Tirkiyê da û herwisa ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" û "têkbirina yekîtiya dewlet û welat" were meşandin.