Önder Beyter
31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got, "Aniha pêşaniya me ya ewil ew e ku hemû bajarên me, hemû tax û kolanên wan ji rêxistina terorê û fealiyetên terorê werin paqijkirin. Bêyî ku ev bibe edî em pê bawer nînin ku tu hevdîtin kêrhatî bin."
Serokwezîr Davutoglu li ser weşana zindî ya NTVyê der heqê rojevê da daxuyanî da û bersiva pirsan da.
Li ser pirsa, "Di vê pêvajoyê da Abullah Ocalan qet nexistin dewrê. Ma hûn fikirîn ku wî bikin dewrê? Tu hevdîtin pê ra tên kirin? Hûn difikirin ku pê ra bikin?" Davutoglu wiha xeberda, "Na. Di dema Pêvajoya Çareseriyê da wekî siyasetmedaran tu pêwendiyeke me çênebû. Pêwendiya dezgehên me yên îstixbaratê bi her kesî ra çêbû."
Davutoglu wiha dewam kir:
"Di nava tebîeta Pêvajoya Çareseriyê da mekanîzmayek jî hat şixulandin. Parlementerên HDPyî çûn, pêwendiyek danîn, lebelê peyama Ocalan a dawîn di adara sala borî da bû û di xwe da sazkirina konferanseke çekdanînê dihewand, di wê peyamê da çekdanîn hebû... Lê çi bû? Ne rêkeftina Dolmabahçeyê, dû re ya ku hat xerabkirin jî bi vî ve girêdayî bû, di wir de armanc çekdanîn bû. Hevalên me jî li wir li ser vê xalê hevdîtin pêk anîn, başqe ne tiştekî din. An na herhal tukes nikare rêkeftineke perçekirina Tirkiyeyê bifikire û ji xwe tiştekî wiha li me jî nayê. Mesele çekdanîn bû. Çi qewimî? Demîrtaş bi du sê daxuyaniyên xwe va ev badîhewa kir. Axaftina wî ya li parlementoyê, dû re jî daxuyaniyên Qendîlê. Heger xêreke van pêwendiyan dê çênebe, wêçaxê dê çima bên kirin? Di êwreke ku banga çekdanînê hatiye kirin, şûna ku çekan daynin, biçin û zahftir çekan bikin hundirê welat û jiyana xelkê jî reş bikin, êdî çi xêra van pêwendiyan heye. Ji ber hindê pêwendiyeke bi vî rengî tuneye."
Davutoglu diyar kir ku dezgehên îstixbaratê li her derî dixebitin û di vê wateyê da hevdîtinekê pêk tînin.
- "Pergala qamûyê dê were cîbicîkirin, bazariya vê nabe"
Davutoglu axaftina xwe wiha dewam kir:
"Aniha pêşaniya me ya ewil ew e ku hemû bajarên me, hemû tax û kolanên wan ji rêxistina terorê û fealiyetên terorê werin paqijkirin. Bêyî ku ev bibe edî em pê bawer nînin ku hevdîtin kêrhatî be. Xendek, barîqat her tişt dê rabin, pergala qamûyê dê were cîbicîkirin. Bazariya vê nabe. Ji bo vî jî em bi kesî ra bazarê nakin. Madem ev bû têkoşîneke man û nemanê, nexwe em qedera vî welatî terkî însafa tukesî nakin."