29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
BURSA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu li Bûrsayê li Mizgefta Mezin a ku lê êrîşa terorê hat kirin û hawirdora wê lêkolîn kirin, kesên ku di êrîşê de birîndar bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrsayê ziyaret kirin.
- Li Bûrsayê êrîşa terorê
Ala piştî ku birîndar ziyaret kirin daxuyanî da û got ku xebatên der heqê tespîtkirina nasnameya êrîşkarê de û lêpirsîna der heqê êrîşê de berdewam dike.
- "Gihaştina daneyên teqez"
Ala qal kir ku gihaştin agahî û daneyên cur bi cur ên der heqê rêxistina ku têkiliya terorîst pê re heye de wiha axivî:
"Xebat û lêpirsîna der heqê nasnameya êrîşkarê terorîst da dewam dikin. Belge û berete hatin dîtin ku qenaeta me ya der heqê bûyerê da gelekî xurt dike ku ka ev kes bi kîjan rêxistinê ra têkildar e û li ser navê kîjan rêxistinê êrîş pêk aniye. Lêbelê heya ku hemû prosedur kuta nebin, ezê eşkere nekim. Dema ku kuta bû, emê digel zanyarî û belgeyan bi raya giştî ra parve bikin."
- "Dibe ku hin kesên din bên binçavkirin"
Ala bi bîr xist ku di çarçoveya lêpirsînê de 15 kes hatin binçavkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"15 kesên ku arîkarî û piştevanî dane û arîkarî dane ku çalakiyê bikin, hatin binçavkirin. Ji 5 bajêran 15 kes hatin binçavkirin. Ji niha pê ve jî dibe ku di çarçoveya îfade û agahî û daneyên nû de kesên din bên binçavkirin. Em ê hûrguliyên van parve nekin. Ev yek ji aliyê selamet û veşartîbûna lêpirsînê ve girîng e."
'Dê zirarê esnaf bê pêkanîn'
Ala wiha axivî:
"Tu esnafên daxwazên wekî 'zirar û ziyana me heye' nekir lê em wek hewcedariyeke dewletê dê sibê wir zirarên wan ên ku li wê qadê di teqînê de çêbû pêk bînin."