29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Tîmên Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê ji bo ku di 1ê Gulanê da rewşeke awarte dernekeve li dijî gumanbarên ku hat tesbitkirin endamê DHKP-Cya rêxistina terorê ne li Fatîh Sultan Mehmeta taxa Sariyerê li 10 navnîşanan operasyon hat kirin.
Hat destnîşankirin ku di pêşengiya polêsên hereketa taybet da operasyon hat kirin û digel tevdîrên ewlehiyê firokeyeke polêsan jî ji hewayê va operayonê kordîne kir.
Di operasyonê da hin gumanbar hatin qefaltin û di lêgerînê da li ciyên ku gumanbaran nîşan da teqemeniyeke bi destan hatiye çêkirin hat dîtin.
Hat diyarkirin tîmên Midûriyeta Ewlehiyê bi hinceta ku endamên DAEŞa rêxistina terorê ne li Bayrampaşa û Çatalyayê jî li 6 navnîşanan derketin operasyonên.
Li gor agahiyan di çarçoveya operasyonan da hin gumanbar hatin binçavkirin û xebatên lêgerînê dewam dikin.