28 Tebax 2019•Rojanekirin: 29 Tebax 2019
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku yekeyên ewlehiyê 3 terorîstên endamê TKP/MLyê girtin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî yekeyên ewlehiyê li Tunceliyê bi saya dîmenên ku bi kamerayên Pergala Ewlehiya Bajêr û Pergala Naskirina Plaqeyan bi dest xistin ketin şikê ku kesê di wesaîteke şikbar da endamên TKP/MLya rêxistina terorê ye û di nav rêxistinê da dixebite.
Li ser vê Fermandariya Cendirmeyan bi alîkariya ÎHAyê wesaîtê hildan teqîbatê û 24ê Tebaxê wesaîtê li Malatyayê dan sekinandin. Di wesaîtê da 3 terorîstên endamê TKP/MLyê û kesekî ku alîkariya wan dikir hatin girtin.