01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 03 Mijdar 2015
ANKARA
Li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê rê li ber hewlên ku dihat xwestin îradeya gel zeft bikin, hat girtin.
Li Batmanê serokê sandiqê bi hinceta ku tesîrê li ser hilbijêran dike ji wezifeyê hat dûrxistin. Li Diyarbekirê jî 5 kesên ku dixwestin îradeya gel zeft bikin hatin qefaltin û li Wanê jî 4 kesên ku êrîşî Serokê Navçeya Gurpinarê yê AK Partiyê kirin îfade dan.
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê welatî ji saet 07.00an pê ve çûn ser sandiqê û heta 16.00an rayên xwe avêtin û ji bo rê li ber zeftkirina îradeya gel bê girtin jî li walîtiyan maseyên qeyranê hatin avakirin.
Îxbarên hatin kirin ji li wan maseyên qeyranê hatin nirxandin û li gor wê jî muamele hatin kirin.
Li Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Wan, Bidlîs û Mûşê hin kesên ku dixwestin îradeya gel zeft bikin hatin binçavkirin û qismekî wan ji cihê sandiqan hatin dûrxistin û destûr nehat dayîn ku li ser îradeya gel zext bê kirin.