Haydar Şahin
01 Gulan 2020•Rojanekirin: 02 Gulan 2020
Kesên îsal di nav tevdîrên ji bo Kovîd-19ê hatin hildan da 1ê Gulanê derbas dikindi vê pêvajoya dijwar da tevkariyê didin hilberînê û ji ber ku hewcedariyên welatiyan dibînin kêfxweş in.
Serhat Karakoçê li Yenîşehira navçeya navendê ya Diyarbekirê li firina nan dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di 1ê Gulanê da dixebitin û ji welatiyan ra xizmetê dikin.
Karakoç got li gel qedexeya derketina derva ya ji ber vîrusê li 31 bajarî tê pêkanîn ji bo dîtina hewcedariyên welatiyan nan dipêjin û wiha axivî: "Cejn be jî şer be jî firinkar li ser karê xwe ne. Ez bi kêfxweşî karê xwe dikim, ji welatiyan ra xizmetê dikim."
Berak Akbaba jî got 13 sal e li firinê dixebite û wiha pê da çû: "Îro 1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê ye lêbelê em dixebitin. Di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê da em meha remezanê jî xebata xwe didomînin."
Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Elezîzê jî di 1ê Gulanê da dixebitin.

Li Mêrdînê ajokarên tir û kamyonan ji bo barê xwe teslîmî xwediyên wan bikin 1ê Gulanê di rê da derbas dikin.

Felemez Taşê ajokar diyar kir ku 25 sal e vî karî dike, nîvê emrê wî li ser rê û dirban derbas bû.
Li Sêrtê welatiyên bi cotkarî û heywandariyê debara xwe dikin jî 1ê Gulanê bi xebatê derbas kirin.

Yusuf Keleşê li baxçeyê fistiqan dixebite diyar kir ku ligel vîrusa koronayê û meha remezanê mecbûrî dixebitin.

Mozvanên li Batmanê amadehiyan dikin ku mozên xwe yên hingiv derxin zozanan jî ji bo derkevin rê di 1ê Gulanê da kevarên xwe amade kirin.