Önder Beyter
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
ANKARA
Di doza çalakiyên li Tûxaya Topxaneya 58emîn û Fermandariya Dibistana Topxane û Fuzeyê yên li Polatliya navçeya Enqereyê yên di dema hewldana derbeya FETOyê da, ku 328 berşik tên darizandin da dadgehê biryara xwe eşkere kir û cezayê muebeta girankirî da 27 berşikan û herwiha cezayê hebsa muebetê jî da 20 berşikî.
Di danîşîna Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 13emîn a ku li salona Kampusa Saziyên Ceza û Înfazê ya Sincanê hat kirin da ji berşikan hat xwestin da ku gotina xwe ya dawîn bêjin.
Di danîşînê da berşikan doza beraeta xwe kirin. Piştî navberê Serokê Dadgehê Zikrullah Ozbag hukim eşkere kir.
Li gorî vê, Fermandarê serdemê yê Dibistana Topxane û Fuzeyê tumgeneralê berê Osman Unlu, Fermandarê serdemê yê Tûxaya Topxaneya 58emîn tûxgeneralê berê Murat Aygun û herwiha Selçuk Serhat Pesek, Alper Dogan, Ali Dilcioglu, Yunus Çiçek, Îsmail Kanal, Yasin Malkoç, Murat Dinlecener, Bilal Akdogan, Mustafa Kemal Biber, Aydin Babaoglan, Melih Yasin Yuksel, Naci Kozan, Yusuf Aydogan, Cafer Oncel, Îbrahim Bektaş, Bilal Tumurlek, Onder Tanrikulu, Mesut Yurtseven, Hakan Kivrak, Veyis Murat Tabak, Mehmet Erol, Alican Demir, Gungor Gazi Karsli, Abdulkerim Ceyhan, Oguz Serdar ji ber sûcê "binpêkirina pergala destûrî" cezayê muebeta girankirî xwarin.
Dadgehê ji ber heman sûcê jî cezayê muebeta girankirî da Îsmail Dumlupinar, Kadir Ozcan, Mustafa Torun, Necmettin Çimen, Ugur Unal, Ozge Pasin, Hakan Merdan, Emrah Aslanbaş, Enes Demir, Cuneyt Çoban, Serdar Yavuz, Omer Gemici, Mehmet Ozsoy, Alper Erkaya, Aytekin Kara, Şaban Demiraslan, Saltuk Bugrahan Kale, Erkan Kundakçi, Samet Yildirim û Serhat Bozoklu. Lêbelê dadgehê mafê xwe yê teqdîrê emiland û cezayê van kesan guherand, kir cezayê muebetê.
Ji xeynî cezayê muebeta girankirî û cezayê behsa muebetê, dadgehê bi maweyên cuda va cezayê hebsê da 217 berşikan.
Herwiha dadgehê ji bo Serheng Varol Aydin, karmendekî sivîl û 62 kesên ku wê demê peywira xwe ya eskeriyê dikirin hukmê beraet da.